Kurdan di hilbijartinan de 58 kursî bi dest xistin e

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên parlementoyê eşkere kir. Partiyên Kurdan jî bi giştî 58 kursî bidest xistin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê bi civîneke çapemeniyê encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoyê eşkere kir. 

Komîsyonê ragihand ku rêjeya beşdariya giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji sedî 56.11 ye.

 Li gorî daneyên Komîsyonê di hilbijartinan de partiyên Kurdan bi giştî 58 kursî bidest xistin.

Kursîyên ku ji aliyê partiyan ve hatine bidestxistin wiha ne:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi milyonek û 99 hezar û 826 dengan PDK'ê 27 kursî stand.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bi 548 hezar û 296 dengan, 18 kursî bi dest xistin.

 Tevgera Helwestê ya bi serokatiya Elî Heme Salih li Silêmaniyê 3 û li Hewlêrê 2, bi giştî 5 parlamenter derxist.

 Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê 2 û li Dihokê 2, bi giştî 4 kursî bi dest xist.

 Tevgera Nifşê Nû ya ku di hilbijartina borî de 9 parlamenter derxistibû, di vê hilbijartinê de tenê 3 kursî bi dest xist.

 Komela Dadgerî ya Kurdistanê (Komel) li Silêmaniyê kursiyek bi dest xist 

Komisyonê Namzetên ku hilbijartinên Parlamentoyê de kota bidest xistine, aşkere kir.

Ji Kota Êzdiyan: Xalid Seydo 9,686 Deng wergirtiye. 

Ji kota Geyliyan haydar elî 17.174 deng wergirtiye

Jikota Xiristiyanan, Samî Uşana 22.836 deng wergirtiye. 

Jikota Mesîhî, Esîr Îbrahîm 22.056 Deng wergirtiye. 

Ji Kota Xirîstiyanan: Kildo Ramzî 18.472 Deng Wergirtiye.

Ji Kota Xiristiyanan Îmad Yuhanna 17.602 deng wergirtiye

Kota Xirîstiyanan: Heba Jercis 13.581 deng wergirtiye.

Ji Kota Şebek: Waad Qado 10.499 deng wergirtiye.

Û Ji Kotaya Sabîay Mendaî û Bassam Zuheyrî jî 5,395 Deng Bi Dest Xistine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye