Beriya çend roja, Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şara, serdanî Amerîkayê kir. Li gorî şîrovekaran, di vê serdanê de, Hikûmeta Veguhêz gelek Tawîz dane û çûndina El-Şara şîbandin, mîna kesekî ku çûye gel serokê xwe, da ku biryaran jê werbigire.
Hevpeymaniya Navneteweyî: Sûriyê wekî endamê 90î tevlî rêzên me bû
Duh, Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîkayê, ragihand ku Sûriye bi fermî, wekî endamê 90î, tevlî rêzên wê bûye.
Îro jî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack, li ser platforma "X" nivîsand û got: "Şam dê, niha bi awayekî çalak alîkariya me bike, da ku em bermahiyên DAIŞê, Pasdarên Şoreşa Îranê, Hamas, Hizbullah û torên din ên terorîst rûbirû bibin û wan ji hev veqetînin."
"Sûriyê wê wekî hevkarekî pabend ji bo avakirina aştiyê de bisekine"
Tom Barrack, da zanîn ku Sûriyê, wê wekî hevkarekî pabend di hewldana navneteweyî ya ji bo avakirina aştiyê de, bisekine.
Barrak da xuyakirin ku El-Şara, di serdanê xwe de pabendbûnek nîşan da, da ku tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞê bibe.
Tom Barrack: Sûriye wê di şerê li dijî terorîzmê de bibe hevkar
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, destnîşan kir bi vê gavê, Sûriyê ji çavkaniyek terorîzmê wê bibe hevkar di şerê li dijî terorîzmê de.
Tom Barrack, di posteke din de jî, ragihand ku wan civînek girîng, di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed el-Şeybanî, li Washingtonê, pêk anî ye.
Tom Barrack: QSDê wê di sûriya nû de cih bigire
Barak anî ziman ku wan nexşerêyek ji bo qonaxa bê, danî ye.
Di wê nexşerêyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), wê di nav avahiya nû ya aborî, parastinî û sivîl a Sûriyeyê de cih bigir e.
Mazlûm Ebdî: Me rayedarên hikûmeta veguhêz re lihevkirinek pêşîn kiriye
Di meha Cotmehê de, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî, ji Ajansa France-Presse re, eşkere kir ku li ser mekanîzmaya entegrekirina hêzên QSDê, di nav Wezaretên Parastin û Karên Hundir de, lihevkirinek pêşîn bi rayedarên Hikûmeta veguhêz re, kirin e.
"Mazlûm Ebdî pêşwazî li tevlîbûna Sûriyê kir"
Piştî tevlibûna Sûriyê, di hevpeymaniya navneteweyî de, Fermandarê QSDê Mazlûm Ebdî, postek li ser X belev kir û tê de, pêşwazî li wê tevlîbûnê kir.
Mazlûm Ebdî, got:" Ev tevlibûn, gaveke girînge ku hewildanên hevbeş werin kirin, da ku rêxistina DAÎŞ were têkbirin û ji holê were rakirin.
Fermandarê QSDê, pabendbûna xwe ya ji bo lezkirina entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di nav dewleta Sûriyê de, piştrast kir.
QSD`ê ji sala 2015`an ve şerê DAÎŞ`ê dike
Hêzên Sûriya Demokratîk, ji sala 2015an de, şer li dijî DAÎŞê dest pêkir û bi alîkariya Hevpeymaniya navneteweyî, gelek dever rizgarkirin û hema hema DAÎŞ ji holê rakir.
Heya niha, QSDê, hêza herî serekeye ku li hember DAÎŞê sekiniye û bi deh hezaran şehîd û birîndar da ne.