Li başûrê Libnanê di du êrîşên Îsraîlê de 4 kes hatine kuştin

Agirbesta 10 rojî ya ku di 16'ê Nîsanê de di navbera Îsraîl û Libnanê de hatibû ragihandin, duh ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin. Hat eşkerekirin ku pevçûnên li Libnanê hê jî berdewam dikin. Her wiha Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê, ragihand ku îro li ser başûrê Libnanê, di du êrîşên asmanî yên Îsraîlê de 4 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî ku agirbest ji alîyê Serokê Amerîkayê ve hat dirêjkirin jî, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de didome.

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ragihand ku di du êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser kamyonek û motorsîkletê li bajarokê Yehmor Şeqîf, li navçeya Nebatiye, de 4 welatiyên Libnanê mirine.

Her wiha duh jî li Libnanê, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, 6 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bibûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ragihand ku duh li başûrê welêt, li Geliyê Hujeyr  di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de du kes hatine kuştin.

Tevî agirbestê jî pevçûnên li Libnanê didomin

Hizbullahê duh ragihand ku wan dronek xistiye xwarê, û îdia kir ku ya Îsraîlê ye.

Siyasetmedarekî Libnanî yê Hizbullahê Elî Feyad, di daxuyaniyekê de derbarê dirêjkirina agirbestê de wiha got:

"Ji ber israra Îsraîlê di kiryarên dijminane de, di nav de kuştin, bombebaran, êrîşên çekdarî, wêrankirina gund û bajarokên Başûrê Libnanê, pir girîng e ku were gotin ku agirbest bê wate ye."

Li alîyekî din artêşa Îsraîlê got ku wan şeva borî sê roketên Hizbullah li başûrê Libnanê kirin hedef.

Her wiha artêşa Îsraîlê, da zanîn ku wan hejmareke şervanên Hizbullahê di êrîşên asmanî yên cuda de kirin hedef.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan cihên ku ji hêla Hêza Ridwan a Hizbullahê ve li başûrê Libnanê têne bikaranîn, kirin hedef.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye