Rûsyayê zêdetirî 660 dron û mûşek avêtin bajarê Dnipro yê başûrê rojhilatê Ûkraynayê û çend deverên din hedef girtin.
Di encama êrîşa Rûsyayê li ser Ûkraynayê de 7 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Beşeke mezin ji avahiyeke apartmanan li Dnipro piştî ku di êrîşê de zirar dît hilweşiya.
Parezgerê herêmê got ku 4 cenaze ji nav kavilan hatine derxistin.
Rayedaran ragihandin ku di nav rojê de, dema ku xebatkarên rizgarkirinê li wir karê xwe dikirin, dîsa li heman cihî rastî êrîşan hatin.
Rûsya her şev bi dehan dronan êrîşî Ûkraynayê dike.
Serokwezîra Ûkraynayê Yulia Sverdenko got: "Rûsya bi zanebûn kampanyaya xwe ya terorê li dijî gelê me dirêj dike, bi berdewamî binesaziya girîng û avahiyên niştecihbûnê hedef digire."
Her wiha Parêzgarê herêma Chernihiv ragihand ku di êrîşên mûşekî û dronan de li herêma bakurê Ûkraynayê du kes mirin û heft kesên din birîndar bûn.
Di heman demê de Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy da zanîn ku divê her êrîşek wiha hevkarên me ji bo hewcedariya girtina tedbîrên tavilê, biryardar û xurtkirina bilez a parastina me ya hewayî bi bîr bînin."
Ûkrayayê jî êrîşî Rûsyayê kir
Li alîyekî din Parêzgarê herêma Sverdlovsk Denis Basler, got ku droneke Ûkraynî êrîşî avahiyek apartmanan li Yekaterinburg ku çaremîn bajarê herî mezin ê Rûsyayê ye armanc girt.