Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyaya Federal Johann Wadephul re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Almanya yê Johann Wadephul civîneke çapemeniyê ya hevpar li Enqerê lidarxistin.
Fîdan li ser şerê Amerîka- Îsraîlê yê li dijî Îranê wiha got:
"Em li dijî planên ku armanc dikin li Îranê şerekî navxweyî derxin û li ser xetên cuda yên etnîkî û olî pevçûnan derxînin holê ne.
Em li ser vê yekê hişyariyê didin. Divê kes xeyaleke wisa neşopîne.
Em ê destûrê nedin vê yekê."
Hakan Fîdan, bal kişand ser naveroka hevdîtinê û wiha got:
"Enqere û Berlîn li hev kirine ku divê şer "di zûtirîn dem de" raweste û her du hevalbendên NATO'yê li ser vê yekê dixebitin û banga rawestandina bombebarana Îsraîlê ya li ser cîranê Lubnanê kir.
Li alîyê din Wezîrê Karên Derve yê Almanyaya Johann Wadephul dîyarkir ku Almanya amade ye ku berpirsiyariyê li ber parzemîna xwe bigire ser xwe.
Her wiha Johann Wadephul jî got:
"Çareseriyek ji bo pirsgirêkên ewlehiyê li Tengava Hurmuzê ya girîng a stratejîk tenê dikare bi rêya dîplomatîk were bidestxistin.
Çareseriyeke pêbawer û domdar tenê dikare bi rêyên dîplomatîk were bidestxistin û ji ber vê yekê ez bawer dikim ku divê em berjewendiyên xwe yên hevpar yên li herêma Kendavê, bînin cem hev."
Wezîrê Karên Derve yê Almanyaya Johann Wadephul di dawîya axaftina xwe de jî wiha got:
"Divê em bi hev re rêyek ji vî şerî bibînin û di heman demê de, ramanek destpêkê ya mîmariya ewlehiyê ya pêşerojê ji bo herêmê pêş bixin."
Almanya û Tirkiye di dema şer de di pêşîgirtina li koçberiya mezin ji Îranê de xwedî berjewendiyek hevbeş in.