Abdullah Ocalan: Salih Muslim dê stêrka me ya nevemirî bimîne

Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê şand û got: "Ez wî wekî birayê cêwî yê Sirri Sureyya dibînim, ku me di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de winda kir. Li ser vê bingehê, ew ê hem stêrka têkoşîna me û hem jî ya aştiya me ya nevemirî bimîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li bajarê Qamîşlo yê bakur û rojhilatê Sûriyê, merasîma cenazeyê siyasetmedarê Kurd Salih Muslim ku li nexweşxaneyek li bajarê Hewlêrê ya paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê wefat kir, tê lidarxistin.

 

Piştî merasîmê, Muslim dê sibê li bajarê ji dayikbûna xwe, bajarê Kobanî, were veşartin.

 

Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, ku lê girtî ye, ji bo Salih Muslim peyamek sersaxiyê şand.

 

Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Salih Muslim di merasîma cenazeyê ya li Qamîşloyê de hate xwendin.

 

'Ew kevirê bingehîn ê Rojava bû û wê her tim bimîne'

 

Peyama  Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha ye:

 

"Heval Salih Muslim ji vê dinyayê koça dawî dike.

 

Min êvarê xebera koça dawî ya hevalê xwe yê hêja Salih Muslim bihîst.

 

Min şev bi bîranîna wî û têkoşîna wî derbas kir.

 

Bê guman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e.

 

Wî ji bo gel û welatê xwe wekî ku pêwîst bû jiya û bi vî awayî nemir bû.

 

Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû.

 

Ew dizanibû çawa bi Kurdan re bibe Kurdekî rastîn; bi Ereban re bibe hevalekî bêqusûr; û bi Tirkan re bibe birayekî rastîn.

 

Wî avakirina têgihîştineke mirovî ya bêkêmasî bi her etnîsîte, ol û mezhebî re- yên bi Asûrî, Ermenî û Çerkezan re têkildarkir û kire beşek girîng ji jiyana xwe.

 

Bi baweriya min, ew kevirê bingehîn ê Rojava bû û wê her tim bimîne.

 

Ez wî wekî birayê cêwî yê Sirrı Süreyya dibînim, ku me di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de winda kir.

 

Li ser vê bingehê, ew ê stêrka nemir a hem têkoşîna me û hem jî aştiya me bimîne.

 

Şehadeta Salih Muslim windahiyek nîne.

 

Berevajî vê, ew ê heta hetayê hemû gel, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzek rastîn xurt bike."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye