Biryare sibe şandeya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kom bibe.
Civîna di navbera YNK û PDK’ê de li ser postê serokkomarî û postên din ên li Iraqê jî dê guftugo were kirin.
Ji dema lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve, 13 caran şandeyên YNK û PDK’ê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kombûne, lê negihiştine encamekê.
Nakokiya sereke jî posta serokkoramariyê ye.