Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e serastkirinên qanûnî demildest bên kirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllarî li bajarê Tirkiyê Edenayê beşdarî civîneke gel bû û derbarê pêvajoyê axivî. Tulay Hatîmogûllarî diyar kir ku hikûmet bi zanebûn pêvajoyê ji demê re vedihêle û got: Hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin demildest serastkirinên qanûnî bike û got ku îktîdar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro DEM Partî li bajarê Tirkiyê Edenayê civînek li darxist.

Civîn bi dirûşmeya `ji bo civakek aştî û demokratîk berbi Rêbertiya Azad ve`hat li darxistin.

Hevseroka Giştî ya DEM PartiyêTulay Hatîmogûllari jî tev li civînê bû.

Tulay Hatîmogûllarî têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di civînê de axivî.

"Divê êdî çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî zemîneke qanûnî û hiqûqî bibe"

Hevseroka Giştî ya DEM partiyê  bal kişand ser girîngiya komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got:

"Avakirina komîsyonê encama têkoşîna bi sala ye.

Mîna birêz Abdullah Ocalan jî bi sala ye bi israr dibêje, ev pêvajo ferz dike ku têkoşîn derbasî zemîneke hiqûqî û qanûnî bibe."

"Divê têkoşîn derbasî qonaxeke nû were kirin"  

Tulay Hatîmogûllari tekez kir ku  têkoşîna gelê Kurd didome û bi xwe re gelek destkeftiyên girîng tîne û wiha lê zêde kir:

"Em behsa gelekî bi têkoşîna çekdarî hebûna xwe daye qebûlkirin dikin.

Di halê hazir de hewceye ku  ev destkeftiye derbasî zemîna siyaseta demokratîk, zemîneke qanûnî bibin û veguherin statûyeke hiqûqî."

"Misogerkirina mafên Kurdan wê pêşiya cîbicîkirina daxwazên Elewiyan veke"

Her wiha Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan du meseleyên esasî yên Tirkiyê ne û ev nirxandin kir:

"Misogerkirina mafên gelê Kurd, wê pêşiya cîbicîkirina daxwazên civaka Elewî û civakên din ên baweriyan jî veke. "

"Hinek partiyan çûna Îmraliyê qebûl nekir"

Têkildarî hevdîtina bi Rêberê damezrînerê PKK Abdullah Ocalan jî Tulay Hatîmogûllari wiha got:

"Hinek partiyan çûna Îmraliyê qebûl nekir.

Di hevdîtina li Îmraliyê de birêz Ocalan destnîşan kir ku ji şerê Milazgirê heta niha Kurd û Tirkan di navbera xwe de tifaqên serkeftî pêş xistine û ev bi berfirehî vegot.

Di hevdîtinê de li gel erk û berpirsyartiyên komîsyonê, her wiha meseleya qanûnîbûna wê jî destnîşan kir."

Tulay Hatîmogûlarî herî dawî wiha got:

"Daxwaza me ew e ku demekî kin piştî serê salê li komîsyonên îhtîsasê verastkirinên qanûnî dest pê bikin.

Derxistina qanûneke taybet û berfireh pêwîst e û divê qanûna înfazê biguhere."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye