Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya

Rêvebirê Navenda Neteweyî ya li dijî terorê ya Amerîkayê Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Joe Kent bi rêya hesabê xwe yê X'ê hinek wêne belav kirin û ragihand, "Ez nû ji hevdîtina bi hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê yên li Îraq û Sûriyeyê re vegeriyam ku şerê li dijî DAIŞ, El Qaîde û komên ser bi Îranê ve didomînin."

Di wêneyan de xuya dibe ku Kent bi Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) General Mezlûm Ebdî û leşkerên Îraqê re hevdîtin kirine.

Joe Kent diyar kir ku ew çûye Îraq û Sûriyeyê û bi hevkarên xwe yên têkoşîna li dijî terorê re civiyaye.

Kent diyar kir ku ew ji ber bipêşketin û sozdariya hevalbendên xwe kêfxweş e û wiha pê de çû:

"Gelekî balkêş bû dîtina pêşketina ku hatiye bidestxistin û sozdariya hevkarên me ya ji bo têkoşîna me ya li dijî terorê."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye