Şehrezad El Casim: Êrişên DAIŞ’ê nikare îradeya me bişkîne

Têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê li Dêrezorê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê, ya ku li ser avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya pêk hatibû, Endama Kordînasyona Kombûnê Şehrezad El Casim axivî û got: "Negihîştin armancên xwe, îradeya jinên azad bi tu êrîşan naşikê"

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li kantona Dêrezorê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê di 17’ê Cotmehê de şaneyên DAIŞ’ê agir bera navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya dabûn di ancama wê de zirarên madî çêbûbûn.

Bertekên li dijî êrîşên DAIŞ’ê yê li ser avahiya kombûnê her diçe zêde dibin .

Endama Kordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim têkildarî êrişê çeteyên DAIŞ’ê daxuyanî da .

 

Şehrezad El Casim diyar kir ku ev êrîş hewldaneke tirsonek e û got:

"Negihîştin armancên xwe, îradeya jinên azad bi tu êrîşan naşikê û dê jin tu carî teslîm nebin."

Şehrezad El Casim bal kişand ser avakirina Kombûna Jinan a Zenûbiya û girîngiya wê û wiha domand:

"Piştî ku bi fedakariya QSD`ê herêm ji çeteyan hate paqijkirin, ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinan sazî hat avakirin. Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bû yek ji kevirên bingehîn ên pergala neteweya demokratîk."

Li gor  Endama Kordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya sedsala 21’emîn "sedsala azadiya jinan" e, ji ber vê yekê çawa ku tevgera azadiya jinan xebatên xwe zêdetir kiriye di heman demê de rasterast bûye hedefa êrîşan.

 

"Hûn çend avahiyan bişewitînin jî, em ê têkoşîna xwe bidomînin"

Di dawiya axafitna xwede Endama Kordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, bal kişand ser têkoşîna jinan a li Dêrezorê û wiha axivî :

Hûn çend avahiyan bişewitînin jî, em ê bidomînin. Ger pêwist be em ê di konan de bixebitin. Jinek bi tenê jî bimîne dê ev têkoşîn bidome. Riya me, riya têkoşîn û berxwedanê ye lê tevî hemû astengiyan em bi ser ketin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye