Ji 28`ê Sibatê ve, ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve bi hezaran kes li seranserî Rojhilata Navîn hatine kuştin.
Her wiha ev şer bûye sedema êrîşên Îranê li ser baregehên Amerîkî li welatên Kendavê û hemû welatên cîran.
Di heman demê de, ev yek bûye sedema ku Tengava Hurmizê ku yek ji pêncemîn rêyên dabînkerê petrol û gaza xwezayî ya cîhanê ji wir derbas dibe, were girtin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di dema serdana xwe ya Koreya Başûr de ji rojnamevanan re wiha got:
"Hin kes alîgirê fikra ku Tengava Hurmiz bi rêya zorê ango bi operasyoneke leşkerî were vekirin, her çend ew helwest dem bi dem diguhere jî, lê ev helwesteke ku carinan ji hêla DYA'yê ve tê diyar kirin."
Emmanuel Macron ev tişt anî ziman: "Me qet piştgirî nedaye vê vebijarkê ji ber ku ew ne realîst e.
Ew ê demeke dirêj bigire û ew ê her kesê ku di tengavê re derbas dibe, bi rîskên ku ji Supay Pasdarên Îranê tên û her wiha bi mûşekên balîstîk re rû bi rû bihêle."
Macron bi hevalbendên Ewropî û yên din re dixebite, da ku hevpeymaniyekê ava bike da ku piştî bidawîbûna şer û pevçûnan rihetiya derbasbûna Tengava Hurmizê misoger bike.
Serokkomarê Fransayê diyar kir ku ev tenê bi danûstandinên bi Îranê re dikare were bidestxistin.
Emmanuel Macron wiha got:
"Tiştê ku em ji destpêkê ve dibêjin, pêwîstiya vekirina vê Tengavê ye ji ber girîngiya wê ya stratejîk ji bo enerjî û herikîna bazirganiya navneteweyî, lê ev tenê dikare bi şêwirmendiya bi Îranê re were kirin."
Di bersiva pirsekê li ser rexneyên Trump ên li ser welatên endam ên NATOyê de, Macron wiha dibêje:
"Ez naxwazim bi berdewamî li ser operasyonekê ku ji hêla Amerîkiyan ve, bi tena serê xwe bi Îsraîlê re biryar hatiye dayîn, şîrove bikim.
Ew dikarin ji ber negirtina alîkariyê gilî bikin, lê ev ne operasyona me ye. Em dixwazin ku di zûtirîn dem de aştî çêbibe."
Macron ev yek zêde kir: "Ev ne lîstikek e. Em li ser şer û aştiyê diaxivin. Werin em cidî bin û berevajî tiştê ku me roja berê gotiye nebêjin."
Di der barê gefên Trump ên ji bo vekişîna Dewletên Yekbûyî ji NATOyê ve, Macron da zanîn ku, hêza hevpeyman mîna NATOyê, ne tenê li ser tiştên ku bi eşkere têne gotin, lê di heman demê de li ser tiştên ku nayên gotin jî baweriya ku bingeha wan pêk tîne ava dike.
Her wiha Serokkomarê Fransayê zelal kir ku, dema ku her roj guman li ser sozan têne kirin, ev hevpeyman ji naveroka xwe derdikevin.
Di heman demê de, Emmanuel Macron li ser axaftina xwe da zanîn ku şîroveyên Trump ên ku li ser wî û jina wî Brigitte tinaz kirin, di vê demê de ne guncaw in û ne di cihê xwe de bûn.
Antonio Guterres: Divê azadiya rêwîtîyê li Tengava Hurmizê were misogerkirin
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di der barê Tengava Hurmizê de wiha got:
"Rojhilata Navîn bi kirîza mirovahiyê re, dikeve meha xwe ya duyemîn.
Hewildanên dîplomatîk di rê de ne û divê li gorî Peymana NY û qanûna navneteweyî werin piştgirî kirin.
Divê rêz li serweriya dewletan were girtin, sivîl û binesazî werin parastin, azadiya rêwîtîyê were misoger kirin.
Astengkirina seyahetê li Tengava Hurmizê gefê li nifûsa herî bêparastin a cîhanê dixwe û dibe sedema bilindbûna bihayên xwarin û enerjiyê."
Her wiha Antonio Guterres ev tişt anî ziman:
"Nûnerê min ê kesane, Jean Arnault, ji bo piştgirîkirina hewildanên siyasî hatiye herêmê.
Divê Îran êrîşên xwe yên li ser cîranên xwe rawestîne û rêzê li azadiya seyahetê li rêyên avê yên girîng bigire.
Nakokî bixweber bi dawî nabin, lê biryarên rêberan hewce dikin.
Vebijêrka aştiyê dimîne û divê niha were şopandin."