Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê operasyoneke ewlehiyê li dar xist

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gundekî bajarê Qamişloyê operasyonek ewlehiyê lidar xistiye, di encamê de bazirganek hatiye kuştin û 4 jî hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di dema dawî de revandin û bikaranîna madeyên hişbir çiqas li herêmê kêm be jî pêk dihat.

Li hember wê Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku wan li dijî komeke bazirganên hişbirê û kesên destên wan di kiryarên diziyê û revandinê de hene operasyonek ewlehiyê li dar xistiye.

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê eşkere kir ku operasyona ewlehiyê li gundê Kerhûk ê gundewarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye.

 

 "Firoşkarekî hişbirê hat kuştin û 4 jî hatin girtin"

 

Li gor Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê dema serdegirtinê de, hêzên wan rastî êrişên çekdarî ya endamên komê hatine.

Di encamê de pevçûn çêbûye, firoşkarekî hişbirê hatiye kuştin û 4 jî hatine girtin.

Her wiha di daxuyaniya Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê de wiha hate gotin:

"Di dema pevçûnan de, endamên komê zarok û jin wekî mertalên zindî bi kar anîn û ev yek bû sedem ku hêzên me ji bo parastina ewlehiya sivîlan bi awayekî demkî operasyonan rawestînin.

 

Piştre, şêx û eşîrên herêmê mudaxele kirin û soz dan ku 2 kesên mayî ji bo darizandinê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin"

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye