"Dem hatiye ku QSD’ê cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire"

Bi boneya 10ˊemîn salvegera damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de damezrandina QSD'ê ji bo malbatên şehîdan, şervan û fermandarên QSDˊê û li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku di demekê ku gelek dewlet û hêzan nikarîbû rêxistina DAÎŞˊê têk bibira, QSDˊê roleke stratejîk di têkbirina wê ya erdnîgarî de lîst."

Rêveberiya xweser diyar kir ku dem hatiye QSDˊê cihê xwe yê layiq û mafdar di artêşa nû ya Sûriyeyê de weke hêzeke neteweyî ku welat û yekitiya wê diparêze bigre.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ji bo van hêzên ku sembola fedakarî û dilsoziyê ne, bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24