Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 5.6 erdhejek çêbû

Li gorî daneyên AFAD'ê, vê sibehê di saet 09:00'an de erdhejek bi pileya 5.6 pêk hat û navenda wê li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bû. Erdhej li gelek bajarên derdorê, di serî de Elazığ, Adıyaman, Dêrsim û Maraşê hat hîskirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Careke din li bajarê Meletiyê erd hejiya. Desteya Rêveberiya Karesat û Awarte (AFAD) daneyên derbarê erdhejê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Li gorî vê yekê, saet di 09:00 de erdhejek bi pileya 5.6 pêk hat û navenda wê li navçeya Battalgazî ya Meletiyê rû da.

Li bajarên derdorê jî erdhej hat hîskirin

Li gorî pîvanên AFAD'ê, kûrahiya erdhejê wekî 7.3 kîlometre hat tomarkirin.

Erdhej li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê weke Elezîz, Semsûr, Dêrsim, Amed û Mereşê hat hîskirin.

Di encama erdhejê de ti ziyan derneketin

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Mustafa Çiftçi der barê erdhejê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got:

"Erdhejek bi pileya 5.6 di saet 09:00'an de li navçeya Battalgazi ya parêzgeha Meletiyê çêbû û li parêzgehên Semsûr, Elezîz, Dêrsim û Rihayê jî hat hîskirin.

Hemû tîmên AFAD'ê û saziyên me yên têkildar yekser dest bi lêkolînan kirin.

Heta niha, ti rewşên neyînî tune ne. Tîmên me xebatên xwe didomînin. Xwedê welat û miletê me ji karesatan biparêze."

Perwerde li Meletiyê ji bo rojekê hat rawestandin

Parêzgarê Meletiyê Seddar Yavuz jî ragihand ku perwerde li seranserê parêzgehê ji bo rojekê hatiye rawestandin.

Daxuyaniya parêzgar Yavuz wiha :

"Ji ber erdheja bi pileya 5.6 ku li navçeya me ya Battalgaziyê çêbû û ji bo ewlehiya xwendekar û welatiyên me, perwerde li seranserê bajêr ji bo rojekê hatiye rawestandin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye