Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê meclîsa Tirkiyê bi erka xwe rabe

Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit bang li meclisê kir ku bi erka xwe rabe û gavên şênber bavêje. Serokkmarê Tirkiyê Erdogan jî diyar kir ku saziyên wan ên berpirsyar ji bo tasfiyekirina PKK'ê leztir bikin, li ser modelên cuda dixebitin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ev demeke dirêj ku banga Aştî û Civaka Demokratîk di rojevê de ye.

Rayedarên Tirkiyê û Parlamenterên DEM Partiyê her kes ji aliyê xwe ve daxuyaniyên cuda didin.

Têkildarî mijarê Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclîsa Tirkiyê axivî.

Serokwekîla Koma DEM Partiya Demokrasî bang li Meclîsa Tirkiyê kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

"Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Meclîs berpirsyariya xwe bi cih bîne. Li gorî rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê divê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike.

Ji Meclîsê, saziyên siyasî û desthilat ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê di nava hewldanan de bin. Her gaveke qanûnî ku ji bo pêvajoyê bê avêtin dê bibe misogeriya demokrasiyê."

Erdogan: Saziyên me ji bo tasfiyeya ‘rêxistinê’ dixebitin

Serokkomarê Tirkiyê Tayîp Erdogan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke “Tirkiyeya bê teror” bi nav kir û got:

“Em ê Tirkiyeke aram bikin û xwîşk û biratiya bi hev re ava bikin. Em ê vê pêvajoyê bibin encamê. Saziyên me yên berpirsyar ji bo tasfiyeya rêxistinê lêztir bikin li ser modelên cuda dixebitin.

Em ji bo tîfaqa xwe li ser rêyên nû dan û standinan dikin. Di karên bi xêr de hewcehî bi aceleyê heye. Em dixwazin vê mijarê ji rojeva welatiyên xwe derxînin.

Tirkiyê, ji bo vê pirsgirêke ku tenê lêçûna wê ya aborî zêdetirî 2 trîlyon dolar e çareser bike, xwedî îrade û tecrûbe ye.”

Nûrsel Aydogan: Pêvajo bi gavên şênber dê çareser bibe

Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrsel Aydogan jî destnîşan kir ku ji bo pêvajo veguhere çareseriyeke rasteqîn pêdivî bi gavên şênber heye û ev bang kir:

"Eger desthilatdarî dixwaze bibe cihê baweriyê divê wê demê gavên cihê baweriyê biavêje.  Ev jî bi yekbûna gotin û pratîkê dibe.

Ji ber vê yekê jî di çarçoveya 'Koordînatoriya Pêvajoya Siyasîbûnê û Aştiyê' ya ku Bahçelî ji bo statuya Birêz Ocalan pêşniyar kir, divê statuya 'Koordînatoriya Siyasîbûn û Aştiyê' ya Birêz Ocalan qanûnî bibe.

Weke ku ji tecrûbeyên cîhanê tê fêhmkirin, piştî ku ev pêk hat wê pêvajo hîn bi lez bi pêş ve biçe."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye