Li çend deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê, bi gelek dronan êrîşî kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.
Li gorî agahiyan, 3 caran bi dronan êrîş li ser Kampa Başîkê ya nêzî Mûsilê hatin kirin.
Hat ragihandin ku di encama êrîşan de, tenê zirarên madî çêbûne.
Her wiha bi dronekê êrîş li ser kampa Cêjnîkanê ya li parêzgeha Hewlêrê jî hat kirin.
Li Silêmaniyê kampa Zirgwêzeleyê hat bombebarankirin
Li parêzgeha Silêmaniyê jî Kampa Zirgwêzeleyê hat armancgirtin.
Ev kamp malbatên Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê lê dimînin.
Di êrîşê de ti zirerên canî çênebûn û tenê zirarên madî gihîştin kampê.
Ji piştî agirbestê û heta niha, bi 72 dron û mûşekan, êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.