Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê, Zekî Menan Fayiq ê 39 salî ji gundê Miska Jorîn ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye.
Duh piştî nexweşiyeke demdirêj a ji ber êşkenceyê di nexweşxaneyekê de, li Şamê, jiyana xwe ji dest da.
Zekî Menan Fayiq di dema dagirkirina Efrînê de bi destê komên çete hatibû êşkencekirin.
Rêxistinê diyar kir ku ji ber ku Fayiq radestkirina malûmilkên xizmên xwe yên koçber red kiribû, rastî êşkenceyeke giran ji aliyê çekdarên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû.
Di dawiyê de rêxistinê destnîşan kir ku şopên êşkenceyê li ser Zekî Menan Fayiq bûn sedem ku tenduristiya wî xerab bibe, nexweş bikeve û di encama vê nexwesiyê de jiyana xwe ji dest bide.