Pergala ASYCUDA nûjen a elektronîk e ku xebatên gumrikê li ser asta navendî bi rê ve dibe.
Armanca sereke ya ASYCUDA'yê ew e ku karûbarên gumrikê bilez bike, şefafiyetê zêde bike, pereyên gumrikê bi awayekî rast kom bike û bazirganiyê hêsan bike.
Ev pergal di Konferansa Netewên Yekbûyî ya li ser Bazirganî û Pêşketinê (UNCTAD) hatiye pêşxistin.
Ev pergal di kontrolkirina anîn û şandina kelûpelan de, tomarkirina eşkerekirina gumrikê û hesabkirina bacan de roleke sereke dilîze.
Ji bo pêkanîna vê pergalê li Başûrê Kurdistanê û Îraqê, Hewlêr û Bexdayê di 6`ê Nîsanê de li hev kirine.
Ji bo pêkanîna UNCTAD`ê civînek hat lidarxistin
Wezareta Darayî ya Îraqê derbarê pêkanîna vê pergalê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyekê de hat diyarkirin ku Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê, civîneke berfireh derbarê mijarê de li dar xistiye.
Civîn ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa peymana bicihanîna pergala elektronî ya gumrikê li Başûrê Kurdistanê hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê zimanê Kurdî jî li pergalê were zêdekirin.
Li gorî daxuyaniyê dê tîmeke taybet a ASYCUDA`yê ya ji bo Başûrê Kurdistanê bê avakirin.
Ev tîm dê bibe beşek ji tîma neteweyî ya yekgirtî.
Di civînê de tekezî li ser temamkirina hemû pêdiviyên pergalê yên ji aliyê şirketên pêwendîdar ên li Başûrê Kurdistanê ve hatiye kirin.
Ev yek dê şiyanên teknîkî bi pêş bixe û pîvanên birêvebirina gumrikê li hemû deriyên sînorî bike yek.
Dê ev pergal roja yekşemê bi awayekî dawî bê îmzekirin
Li gorî agahiyan, dê 12`ê Nîsana 2026`an li Hewlêrê di navbera her du aliyên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de civînek bê lidarxistin.
Roja din her du şande dê vegerin Bexdayê û li Encumena Aboriyê ya Îraqê peyman dê bi awayekî dawî were îmzekirin.