Xelkên devera Bergarê ya Başûrê Kurdistanê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

Gundiyên Devera Bergarê ya li Binarê Çiyayê Garê piştî sê salan ketin nava gundê xwe û bendên pêşiya wan hatibû danîn, rakirin. Welatiyan ji ber zirarên li gund bûne, nerazêbûn nîşan dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Devera Bergare yek ji herêmên herî dewlemend a ser bi Parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ve ye.

Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê ya li ser vê herêmê, zêdetirî 20 gund hatibûn valakirin.

Duh xelkên nêzî 20 gundên devera Bergarê li dijî astengkirina vegera li gund û ser cihên xwe, xwepêşandanek li dar xistin.

Welatiyên Bergarê ya ser bi sînorê navçeya Amêdiyê ve, li hev kom bûn û rêya sereke ya navbera Amêdiyê û Dêrelokê ya çûn û hatinê girtin.

Welatiyan di çalakiyê de anîn ziman ku niha werza kêlan û çandiniyê ye û baxçeyên wan yekane rêya debara wan e.

Her wiha daxwaz ji aliyên têkildar kirin ku bihêlin gundî vegerin ser cih û warên xwe.

Welatiyên ku sê sal bûn nedikarîn vegerin ser cih û warê xwe, bend rakirin û derbasî gundên xwe bûn.

Welatiyên gundê Mijê û gundên derdora wê piştî salên dirêj derbasî nava gundên xwe bûn.

Gundî bi dîmenên ku bi çavê xwe dîtin ku gund hema bêje bi temamî hatiye wêrankirin êşiyan.

Li nava gund tenê mizgeft û hinek jêrzemîn saxlem mane, malên din hemû hilweşiyane.

Bi wêne û dîmenên ku gundiyan kişandine asta hovîtî û wêrankirina li gund hatine kirin, radixe ber çavan.

Welatiyan anî ziman ku ya li Bergare pêk hatî ne tenê êrîşeke leşkerî ye, di heman demê de tunekirina jiyan û jîngeha li herêmê ye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye