Li parêzgeha peravê ya Abyan a başûrê Yemenê qezayeke trafîkê çêbû.
Di encama vê qezayê de,11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Ev qeza li ser rêya ku navçeya Mehfad û herêma Lahmar bi hev ve girê dide, pêk hat.
Li gorî rayedarên hikûmetê otobuseke ku rêwî hildigirtin bi kamyoneke giran re li hev ket.
Her meh li Yemenê zêdetirî 100 kes ji ber qezayan dimirin
Wekî din jî, beriya vê bi 4 mehan li Yemenê qezayeke din a herî xirab çêbibû.
Di encamê wê qezayê de, herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Ew qeza li ser rêyeke çiyayî ya xeternak li Abyanê rûdabû.
Çavdêr dibêjin di van salên dawiyê de qezayên trafîkê li Yemenê zêde bûne.
Bi awayekî mehane herî kêm 100 kes ji ber xirabbûna rêyan jiyana xwe ji dest didin.
Di raporteke navneteweyî de nîşan dide ku Yemen yek ji xwedî rêjeyên herî bilind ên qezayên trafîkê li cîhanê ye.
Li Yemenê ji ber qezayên trafîkê zêdetirî 5000 kes mirine
Rêveberê Giştî yê Polîsên Trafîkê ya Yemenê beriya vê bi demeke kin daneyek di derbarê qezaya trafîkê de wişandibû.
Tê de hatiye diyarkirin ku di navbera çile û kanûna 2025'an de li parêzgehên di bin kontrola hikûmetê de 5 hezar û100 kes di 4 hezar û 654 qezayên trafîkê de mirine an jî birîndar bûne.
Qezayên trafîkê bûne sedema mirina 690 kesan û birîndarbûna 4 hezar û 410 kesan.
Her wiha ziyana madî gihîştiye 4 hezar û 823 milyar riyal.