Lezgin

Çima vê carê wêneyê Hamaney dikin rojev?

reset font size increase font size

Kovara di asta Cihanê de navdar Time, beriya şerê 2003 wêneyê Saddam û beriya şerê 2011 jî wêneyê Kaddafî yên nîvî wêneyên wan jêbirî derxistibû vê carê jî bi hejmara xwe ya nû wêneyê Hamaney ku nîvî jêbirî li ser rûpela destpêkê derkete pêşberî xwendevanên xwe. Ev yek pirsên cuda di serê herkese de da avakirin.

Kovara di navenda DYE bi weşana xwe tê naskirin Time,bi hejmara xwe ya 19`ê hezîranê bi wêneyê Rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Alî Hamaney ku rûyê wî nîvî hatiye qetandin li ser rûpelê xwe yê destpêkê derkete pêşiya xwendevanên xwe. Kovar bi ser nivîsa “The New Middle East” (Rojhilata Navîn a nû) di medya civakî de balkişand.

Hejmarên berê yên kovarê Saddam û Kaddafî jî kiribûn rojev 

Piştî weşana nû kovara Time di medya civakî ji aliyê şopdaran de weşanên berê yên kovarê bibîrxistin,beriya şerê DYE li Iraq`ê 2003 wêneyê Saddam nîvî hatibû boyax kirin û bi manşeta “piştî Saddam jiyan” beriya şerê 2011 yê Muammer Kaddafî jî rûyê wî nîvî hatibû jêkirin û bi ser nivîsa “piştî Kaddafî Cîhan`` derketi bû.

Di medya dijîtal de ev sernava Time bû rojev.

Şopdarên medya dijîtal pirsên weke gelo dê rejîma Îranê were gûhertin? Wê li dijî Xamaney êrîşeke îstîxbarî pêk bê? Kirin.

``Ragihandina rojava bingehê şer amade dike``

Li ser medya dijîtal nêrînên wiha hate parvekirin:

 “Ragihandina rojava li dijî Îranê bingehê şer amade dike” şopdarekî din “Tiştê jêre dibêjin Rojhilata Navîn a nû dewletên binkeftî û ji hevxistîne cuda ne tiştek e.” Piranî şopdaran rûpel û rojeva kovara Time weke “beriya dagirkirina Îranê sitratejiya ragihandinê`` nirxand. 

Şiyar Heleb

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24