Lezgin

SOHR: DAİŞ li rojhilatê Dêrezorê du kes kuştin

reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûryeyê (SOHR), ragihand ku li rojhilatê Dêrezorê di êrişa şaneyeke DAİŞ`ê de du kes hatine kuştin. Yek jê Serok Eşîrê `ElboHesen` e û yê din jî ji gundê Dirêj ya gundewarên rojhilatê Dêrezorê ye.

Li gor SOHR’ê êrîşkaran dema ku motorsiklêt diajotin bi awayekî rasterast li ser riya gund gule berdan e. Her wiha hate ragihandin ku her du welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çavdêriya Sûriyeyê dazanîn ku şaneyên DAİŞ`ê ji destpêka sala 2025’an ve, li Dêrezorê 95, li Hesekê 11 û li Reqayê 7 bi giştî 113 êriş li herêmên Rêveberiya Xweser pêk anîne.

Li gorî belgeya Navenda Çavdêriya Sûriye parvekiriye di van êrişan de 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Jê 27 ji Hêzên Sûriye Demokratîk, 8 ji Daiş`ê ne û 7 jî sivîl in. Operasyonên Daîşê bi vê rengî ne.

Rustem Elîko

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24