Li seranserê Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê di 9’ê Mijdarê de hilbijartina taybet û di 11’ê Mijdarê de jî hilbijartina giştî a Parlamentoya Iraqê bi beşdariya zêdetirî 20 milyon kesan hate lidarxistin.
Serokwezîrê demkî yê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî têkildarî serkeftina hevpeymaniya xwe ya di hilbijartinê de û qonaxa bê ya avakirina hikûmeta nû de wiha axivî: “Ji bo avakirina hikûmeta nû,deriyê me li pêş hemû aliyan vekiriye. Di qonaxa bê de aramnca me avakirina hikûmetek nû ye ku bikare soz û bernameya me bicih bîne.”
Her wiha Sudanî xwest ku rêz li îradeya dengdêran were girtin û kar ji bo berjewendiyên tevayî Iraqiyan bikin û got: “Emê ji bo pêkanîna daxwazên hemû xelkê Iraqê kar bikin. Em ê ji bo yên boykot kirinê jî bixebitin, ji ber ku Îraq welatê me hemûyan e.
Niha pêşbirka hilbijartinê bi dawî hatiye. Ez daxwazê ji hemû aliyek dikim ku berjewendiyên nîştimanî bixin pêş hemû tiştan da ku xizmetê ji Îraqiyan re bikin.”
Serokê Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê Fayeq Zêdan jî bi peyamekê Hevpeymaniyên siyasî yên ku di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de serketine pîroz kir û wiha axivî: “Ez bang li aliyên ku di hilbijartinê de serketine dikim, ku di çarçoveya destûrî de danûstandinên avakirina hikûmet û parlamentoyê bilezînin, da ku di dema destûrî de hikûmet û parlamento werin diyarkirin.”
Mark Savaya: Emerîka piştevaniya îraq û serweriya xaka wî dike
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya jî bi peyamekê pîrozbahî li hilbijartina Parlamentoya Iraqê kir û got: “Ez destxweşiyê li hewlên Serokwezîrê Iraqê û hikûmeta wî ya ji bo pabendbûna bi lidarxistina hilbijartinan di wextê wê de dikim. Ev yek nîşaneyek zelale ku Îraq di rêya serweriyê de ye. Welatê me piştevaniya Iraqê, serweriya xaka wî û hewlên Bexda yên ji bo reformê dike.”
Di heman demê de ji Mark Savaya anî ziman ku gelê Îraqê careke din pabendbûna xwe ya bi azadiyê, serweriya qanûnê û avakirina saziyên dewletê yên bihêz re nîşan daye.
Li gorî destûra Iraqê piştî pejirandina encamên hilbijartinê 15 rojan Parlamento wê kom bibe û serokê parlamentoyê û du cîgirên wî/wê werin hilbijartin.
Piştre Parlamento wê di nava 30 rojan de Serokkomar diyar bike.