Di 11`mehê de hilbijartinên giştî yên perlemantoya Iraqê hat lidarxistin.
Li seranserê Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê mafê dengdanê yê 21 milyon û 404 hezar û 291 kesan hebû.
Tevî ku lîsteyên Kurdistaniyên Herêma Başûrê Kurdistanê beşdarî hilbijartinên li Kerkukê bûn.
Ji ber cudahiyên di navbera wan de bi giştî 31,980 dengên Kurdan şewitandin. Lê dengên Kurdan hîn jî ji yên netewên din zêdetirin.
Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan daneyên fermî yên Kerkûkê wiha ye:
Yekîtiya Nişîmanî Kurdistan YNK`ê 178 hezar û 629 deng.
Patiya Demokratîk a Kurdistan PDK`ê 59 hezar û 294 deng.
Teqedûm 107 hezar û16 deng,
Hevpeymana Ereb 53 hezar 39 deng,
Ezma Iraq 46 hezar û 462 deng
YNK: 178,629
PDK: 59,294
Teqedûm: 107,16
Hevpeymana Ereb: 53,039
Hevpeymana Ezma Iraq: 46,404
Li Kerkûkê hejmara kursiyên partiyan li gorî Komisyonê wiha ne:
PDK: 1
YNK: 4
Hevpeymana Ereb: 1
Teqedûm: 3
Eniya Tirkmenî: 2
Hevpeymana Ezma Iraq: 1
Hate diyar kirin ku PDK, Nifşê nû, Eniya Gelê me û Partiya Sosyalîst bi giştî 31,980 dengên Kurdan li Kerkûkê şewitandine.
Rêjeya dengan li Kerkukê li gorî neteweyan wiha ye:
Kurd: 252,736
Ereb: 233,726
Tirkmen: 98,896
Li gorî encamên fermî yên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve hatine weşandin, Waliyê Kerkûkê Rêbwar Taha di rêza yekem de ye.
Piştre jî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku di heman demê de Serokê Hevpeymaniya Jinûve Avakirin û Pêşxistinê di rêza duyemîn de ye.
Namzetên ku li ser asta Iraqê zêdetirîn deng bidest xistine li gorî daneyên komisyinê wiha ne:
Rêbwar Teha: 96.000
Mihemed Şiya Sûdanî: 92.477
Mihemed Helbûsî: 71.992
Nûrî Malikî: 68.785
Cemal Koçer: 58.191
Li gor çavdêr dibêjin ger partiyên Kurdî di Kerkûkê de tifaq bikirana wê rêjeya deng û kursiyên wan zêdetir ba. lê meslehetên hizbî li Kerkûkê hişt ku kurd li gor hilbijartinê salên borî kursiyek wenda bikin.