Şeva borî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rêzeêrîşên berfireh hebûn.
Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê jî dengê çar teqînan hat bihîstin û hat gotin ku pergala parastina asmanî hatiye armancgirtin.
Êrîşên herî dijwar li ser Tehranê bûn. Heta berê sibehê zêdetirî 22 dengê teqînan dihat bihîstin û tê gotin ku kesayetên payebilind ên dewleta Îranê di wan êrîşan de hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku di êrîşa li ser Tehranê de, wan armancên wekî cihên hilberîn û depokirina mûşekên balîstîk, pergalên parastina hewayî û xalên çavdêriyê kirine armanc.
Di heman demê de medyaya Îsraîlê îdia kir ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf "hatiye kuştin".
Medyayê her wiha îdîa kir ku Ehmed Wehîdî, fermandarê nû yê IRGC jî hatiye kuştin.
Lê heta niha piştrastkirina fermî nehatiye parvekirin.
Di heman çarçoveyê de, hat diyarkirin ku herî zêde li nêzîkî tesîsên Parçînê yên li başûrê rojhilatê Tehranê û taxa Kohekê ya li rojavayê Tehranê balafir geriyane û dengê teqînan hatiye.
Tesîsên Parçînê ji bo Îranê komplekseke leşkerî-pîşesazî ya gelekî girîng e ku bi ser Wezareta Parastinê ve ye û 30 kîlometreyî dûrî Tehranê ye.