Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê operasyona ewlehiyê ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek weşand û ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, bi beşdariya YPJ pêngaveke berfireh a lêgerîn û paqijkirinê li bajarokê Xeranîc pêk anî.
Operasyon li dijî şaneyên çeteyan pêk hat ku di rojên dawîn de êrişên wê zêdetir bûn.
Hêzên operasyonê, bajarokê Xeranîc bi temamî paqij kir û 12 endamên şaneyên rêxistina DAIŞ’ê girtin.
Van çeteyan plan dikir ku li herêmê çalakiyên terorî li dijî hêzên ewlehî, leşkerî, sivîl û navendên xizmetguzariyê pêk bînin.”
Her wiha hate ragihandin ku QSD 4 şervanên meclisa leşkerî ya Dêra Zorê li navenda tenduristiyê hatibûn revandin rizgar kirin
QSD’ê diyarkir ku di vê operasyonê de eşîr û şêniyan herêmê jî desek dane wan.