Wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneyterayê bûn

Artêşa Îsraîlê wesayîtên xwe yên leşkerî derbasî gundewarê Quneyterayê li başûrê Sûriyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 3 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ji bajarokê Xan Ernebê ber bi rêya Xan Ernebê - Ûfanya ve bi rê ketin û derbasî gundê Ovanêt û Huriyê yê parêzgeha Quneyterayê bûn.

SOHRê da zanîn ku artêşa Îsraîlê heta niha tu êrîş pêk neanîne.

Navendê diyar kir ku hêzên Îsraîlê duh destwerdaneke bejayî di nav axa Sûriyê de, pêk anîn û 6 wesayîtên leşkerî ketin gundê Semedaniyê yê li gundewarê Quneyterayê û li herêmê xaleke kontrolê danîn.

SOHRê da xuyakirin ku ji destpêka meha îlonê ve, tevgera hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytera, Colan û Dera li başûrê Sûriyê zêde bûye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24