Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar duh daxuyand ku di çarçoveya plana Amerîkayê de ya ji bo bidawîkirina şer, hebûna hêzên çekdar ên Tirkiyeyê li Xezeyê qebûl nake.
Gideon Sa'ar diyar kir ku di çarçoveya plana serokê Amerîkayê Donald Trump pêşkêş kiriye de, divê hêzên navneteweyî ji bo garantîkirin û alîkarîkirina rawestandina şer, li Xezeyê belav bibin.
Sa'ar da zanîn ku têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê ku berê germ bûn lê bi şerê Xezeyê re hilweşiyan û destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li hember Îsraîlê şêwazekî êrîşkar dide meşandin, operasyona bejahî û asîmanî ya Îsraîlê ya li dijî Xezeyê jî bi tundî rexne kiriye.