Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve, hêzên Amerîka û Îsraîlê li nav axa Îranê zêdetirî 15 hezar armanc pêk anîne.
Pete Hegseth di civîneke rojnamegeriyê de, destnîşan kir ku hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê rojane zêdetirî hezar armancan pêk tînin.
Hegseth her wiha got ku roja înê ji destpêka operasyonê ve, êrîşên herî zêde hatine kirin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê diyar kir ku, şiyana bersivdayîna mûşekî ya Îranê ji sedî 90 û şiyana dronên bombebarkirî jî ji sedî 95 kêm bûye.
Ev yek jî piştî wê yekê tê, ku binesaziya mûşekan, platforma avêtina mûşekan û dronên wan hatin têkbirin.
Pete Hegseth: Dibe ku rûyê Mucteba Xameneyî di êrîşê de têk çûye
Pete Hegseth di beşeke din a axaftina xwe de îdia kir, ku rêberê nû yê Dewleta Îranê Mucteba Xameneyî di êrîşan de birîndar bûye û dibe ku rûyê wî têk çûye.
Mucteba Xameneyî piştî kuştina bavê xwe Elî Xamineyî, heta niha derneketiye pêşberî xelkê û tenê peyameke nivîskî belav kiriye.
Di konferansê de hat pirsîn, ka plana guncaw a îdareya Trump ji bo egera girtina wê rêya avî ji aliyê Îranê ve heye yan na.
Divê were gotin ku yek ji pêncan bazirganiya petrola xav a cîhanê, di wê tengavê re derbas dibe.
Pete Hegseth bi "belê" bersiv da, lê ti hûrgilî neda.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê her wiha got: "Em nêzîkî armancên xwe dibin."
Pete Hegseth di derbarê êrîşa li ser dibistaneke seretayî ya li Îranê de jî, ragihand ku lêpirsîneke hûr bi Serokatiya Generalekî derveyî yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dest pê kiriye.
Hegseth da zanîn ku ji bo eşkerekirina rastiyên di derbarê wê bûyerê de, lêpirsîn "heta dema pêwîst" dê bidome.
Tehran, Amerîka û Îsraîlê bi êrîşkirina dibistanê tawanbar dike.
Li gorî medyaya Îranê, di wê êrîşê de zarok jî di nav de, herî kêm 165 kes mirin.
General Dan: Tengava Hurmuzê ji aliyê taktîkî ve jîngeheke aloz e
Serfermandarê Artêşa Amerîkayê General Dan Cain, dastnîşanî zehmetiya bicihanîna planên parastina keştiyan a bi silametî ya di wê rêya avî ya stratejîk de kir.
Dan Cain di derbarê rewşa herêmê de wiha got:
"Ev der ji aliyê taktîkî ve jîngeheke aloz e.
Beriya ku em bifikirin tiştekî bi awayekî berfireh di wir re derbas bikin, em dixwazin piştrast bin ku em karên xwe li gorî armancên xwe yên leşkerî yên niha dikin."