Li gor agahiyan, îro di saetên êvarê de bi dronan êrîşî baregeheke Hizba Sazmanî Xebat a Kurdistanê ya li sînorê Berdereşê hate kirin.
Her wiha di encama êrîşê de du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûne.
Navên pêşmergeyên ku di êrîşê de hatine kuştin, Îqbal Salçûr û Fexredîn Mûradî ne.