Gulîstan Kiliç: Peywira komîsyonê dê bê dirêjkirin

Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku dê dema peywira Komîsyona ji bo çareseriya pirsa Kurd li Parlementoya Tirkiyê hatibû avakirin dê du mehan were dirêjkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê û endama komîsyona li parlementoyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di televizyona Îlke TV'yê de li ser xebatên komîsyonê nirxandinan  kir.

Gulistan Koçyîgît diyar kir ku dema peywira Komîsyonê 31ê Kanûnê de diqede û lê wê dema pewira wî du mehan bê dirêjkirin.

"Pêdivî bi rêbazekî heye"

“Komîsyon roja çarşemê saet 14:00an dicive û dê biryara dirêjkirina demê ya heta 2 mehan were dayîn.

Em difikirin ku dê nîqaşa giştî ya li ser raporê li wir jî were meşandin.

Pêdivî bi rêbazekê heye. Em li bendê ne Numan Kurtulmuş di civîna roja çarşemê de "nexşerêyekê" eşkere bike.

Piştî ku partiyên siyasî raporên xwe pêşkêşî parlamentoyê kirin, qonaxa nivîsandina rapora hevpar û dawî dest pê kiribû.

Di vê çarçoveyê de Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bi kordînatorên partiyan re civiya bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye