Brîtanya: Me ji Şera re got divê mafê Kurdan were parastin

Berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn yê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê Hamish Falconer anî ziman ku Brîtanya bi dilxweşî pêşwaziya peymana di navbera rêveberiya Şamê û QSD’ê de dike.

reset font size increase font size

Berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn yê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê Hamish Falconer, bersiv da pirsên li Parlamentoyê yên li ser serdana Serokkomarê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera yên der barê Londrayê û peymana navbera QSD û Şamê de.

Hamish Falconer diyar kir ku Brîtanya pêşwaziya vê peymanê û pêşketinên destpêkê dike û wiha got:

“Brîtanya vê peymanê û pêşketinên pêşîn ên ku hatine bidestxistin, bi dilxweşî pêşwazî dike.

Di nav wan de pejirandina ketina hêzên Wezareta Navxweyî ji bo herêmên QSD’ê, derxistina biryarên ku mafên gelê Kurd garantî dikin û erkdarkirina endamên QSD’ê di cihên hikûmetê de hene.

Di dema serdana Şera de, me girîngiya bicihanîna tam a peymanê û berdewamkirina pêşketinê, bi taybetî di van mijaran de, ji hikûmetê re ragihandin.”

Falconer anî ziman ku wan ji Şera re gotiye divê peyman bi tevahî were bicihanîn û girîngiya parastina mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd, dûrneketina ji mekanîzmayên rêveberiya herêmî û parastina statuya jinan û saziyên xweser ên li herêmê careke din anîn ziman.

Berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn destnîşan kir ku Brîtanya di peywendiyên xwe yên digel rêveberiya Şamê de tekezî li ser “veguhertineke siyasî ya berfireh” kiriye.

Falconer destnîşan kir ku Brîtanya ji bo rawestandina şer û berdewamkirina diyalogê, peywendiyên xwe bi QSD û rêveberiya Şamê re didomîne û balkişand ser girîngiya peymanê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye