Parêzgeha Hesekê lîsteya navên koma yekem a mektûman weşand

Li Rojavayê Kurdistanê, qonaxa hevpeyvîna komîteya taybet a bi mektûman re (Kurdên bê nasname) dest pê bû Armanc ji vê yekê temamkirina rêkarên yasayî yên ji bo dayîna nasnameya Sûriyê ye. Ev gav piştî wê yekê hat ku bi hezaran Kurd ev zêdetirî 60 salî ye ji mafê nasnameyê bêpar hatibûn hiştin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Parêzgeha Hesekê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê lîsteya navên koma yekem a hevdîtinan, weşand.

Li gorî lîsteyên hatine weşandin, hevdîtin dê li çend navendên li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik û Çilaxa, werin lidarxistin.

Pêvajoya hevdîtinan di 28`ê Hezîranê de dest pê dike

Pêvajoya hevdîtinan di 28`ê Hezîranê de dest pê dike.

Di 6`ê Nîsanê de serlêdanên qeydkirina kesên neqeydkirî dest pê kir û heta 6`ê Gulanê berdewam kir, paşê ji bo hefteyek din hat dirêjkirin.

10 hezar û 516 kes serlêdana qeydkirinê kirin

Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di 23`ê Gulanê de ragihand ku 2 hezar û 892 malbatan, (10 hezar û 516 kes) serlêdana qeydkirinê kirine.

Li gorî Birêvebirê Karûbarên Sivîl ê parêzgeha Hisîçayê Ezîz Muheymîd, qonaxa yekem a bicihanîna biryarnameyê bi awayekî fermî bi dawî bûye.

Muheymîd her wiha da zanîn ku qonaxa duyem qonaxa hevpeyvînan û lêkolînê dest pê bûye.

Ev qonax piştî temamkirina amadekariyên lojîstîkî û teknîkî yên li navendên diyarkirî dest pê dike.

Li aliyê din, Birêvebirê Karûbarên Sivîl ê parêzgeha Hesekê Ezîz Muheymîd amaje bi wê yekê kir ku ji bo birêxistinkirina dorê û rêgirtina li qerebalixiyê, navend wê bi kompîteran bên dabînkirin.

Her wiha amûrên nû yên şopa tiliyan wê hebin û karmendên pispor ên wênegirtin û tomarkirina amaran dê di hemû qonaxên hevpeyvînan de li gel komîteyan bin.

Li gorî Muheymîd, rêkar bi pêşwazîkirin û birêxistina dorê dest pê dikin.

Paşê serlêder berî ku biçin ber komîteya taybet, derbasî qonaxa girtina wêne û şopa tiliyan dibin.

Lı nav komîteyê dê hevpeyvîneke bı şêweya dıyalogê were kırın

Ezîz Muheymîd ragihand ku dê li nav komîteyê hevpeyvîneke bi şêweya diyalogê were kirin.

Di hevpeyvînê de dadwer dê pirsan bike û karmendê karûbarên sivîl jî dê belge û amaran li gorî agahiyên elektronîk ên tomarkirî li hev bîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye