Nêçîrvan Barzanî derbarê çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ji kovarê re axivî ye û gotî ye ku QSD gelek bedelên giran dane û nikarin bi hêsanî çekan deynin.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî got ku Ehmed Şera ji bo Sûriyê derfeta dawî ye û destnîşan kirî ye ku ji bo Sûriyê nenavendîbûn gelekî girîng e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rewşa netew û pêkhateyan jî ev yek anî ziman:
Divê Mesîhî, Durzî, Êzidî, Elewî, Kurd, Erebên Sunî yên sekuler û hemû aliyên din bi temamî û bêyî cudahî di Sûriya nû de xwedî nûner bin.