Werzîşvanê Kurd Recep Arslan di pêşbirka maratona Bonnê de bû yekem

Di nîv maratona ku li bajarê Bonnê yê Almanyayê de hat lidarxistin, werzîşvanê Kurd Recep Arslan di pêşbirka 21 kîlometreyî de bi ser ket û bû yekem.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Recep Arslan, piştî serketinê axivî û wiha got:

“Ev serketin ne tenê ya min e, lê ya tevahiya gelê Kurd e.

Ez vê serketinê ji dil diyarî hemû Kurdistanê dikim.

Diyarî Rojava, Rojhilat û her devera welatê xwe dikim.”

Werzîşvan Arslan, anî ziman ku asta bi dest xistiye dê ne ya dawiyê be, û got ku armanca wî beşdarbûna pêşbirkên navneteweyî û Olîmpiyatan e.

Arslan diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi biryardarî bidomîne, û da zanîn ku ew dixwaze ev serketin ji bo ciwanan bibe çavkaniya sirûşê.

Arslan wiha axivî: “Em bi hev re xurt in û em ê bi hev re serketinên mezintir bidest bixin.”

Her wiha tê payîn ku Arslan hefteya bê, dê beşdarî pêşbirka li Hamburgê bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye