Trump: Lihevkirina bi Îranê re ger bi zehmetî yan jî bi hêsanî be, wê çêbibe

Serokê Amerîkayê Donald Turmp ragihand ku Şandeyeke Amerîkayê wê ji bo dan û standinan berê xwe bide Îslamabada Pakistanê. Her wiha Donald Trump destnîşan kir ku bi hêsanî yan jî bi zehmetî, dê bi her awayî bi Îranê re lihevkirin çêbibe. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî, da zanîn ku Amerîka dibêje ku wê li ser bender an beravên Îranê dorpêçkirin pêk aniye û wiha got: "Dorpêçkirina Amerîkayê ne tenê binpêkirina agirbestê ye, lê di heman demê de kiryareke ne qanûnî û sûcek bi serê xwe ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Televîzyona ABC`ê re ragihand ku “Lihevkirin bi her awayî wê bi Îranê re çêbibe, eger bi hêsanî be yan jî bi zehmetî be.“

Trump: Îranê li tengava Hurmizê agirbest bin pê kir 

Piştî vê yekê jî, Donald Trump di posteke li ser Truth Socialê de nivîsand ku Îranê duh li Tengava Hurmizê gule li keştiyan reşandibû û ev yek wekî "binpêkirina tevahî" ya peymana agirbestê bi nav kir.

Her wiha Trump eşkere kir ku di encama gulebarana hêzên Îranê de, Keştiyeke Fransî û yek din jî ya Brîtanyayê bûn hedef.

Trump: Îran bi girtina tengava Hurmizê re rojane nêzî 500 milyar dolarî winda dike

Di heman demê de, Serokê Amerîkayê got ku Îran bi girtina Tengava Hurmizê re zirarê dide xwe û wiha lê zêde kir:

“Îran bi girtina Tengava Hurmizê re rojane nêzî 500 milyar dolarî winda dike.

Lê Amerîka di vî warî de windahiyan nabîne, û keştî ji bo barkirina barhilgiran ber bi benderên Amerîkî yên li Texas, Louisiana û Alaska ve diçin.”

Trump: Tê payîn sibe êvarê şandeya Amerîkî  bigihêje Îslamabadê 

Di der barê dan û standinan de jî, Serokê Amerîkayê da xuyakirin ku Şandeyeke Amerîkî wê ji bo dan û standinan biçe Pakistanê û tê payîn ku sibe êvarê dê bigihêje wir û wiha got:

“Washingtonê pêşniyareke "adil û maqûl" pêşkêşî Îranê kir û ez bi hêvî me ku qebûl bikin.

Eger Îran vê pêşniyarê qebûl neke, em ê tesîs û pirên enerjiyê yên li Îranê hedef bigirin.”

Beqayî: Kiryara ku DYA’yê li ser benderên Îranê dike ne qanûnî ye

Di heman çarçoveyê de jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di postekê de li ser hesabê xwe yê X`ê daxuyaniyek da.

Îsmaîl Beqayî got tiştê ku Amerîka wekî dorpêçkirina li ser bender an peravên Îranê bi nav dike, ne tenê binpêkirina agirbestê ye, lê di heman demê de kiryareke ne qanûnî û sûcek bi serê xwe ye.

Beqayî da xuyakirin ku ev dorpêçkirin benda 2(4) a peymana Neteweyên Yekbûyî bin pê dike, û li gorî benda 3(c) ya Biryara 3314 a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 1974'an kiryareke êrîşkariyê pêk tîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye