Ebû Hesna destnîşan kir ku Ajansa Alîkarî û kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Filistînê (UNRWA) kamyonên alîkariyê ku ji bo niştecihên Xezeyê bo 3 mehan têrê dike, amade kirine. Lê Îsraîlê destûr nedaye ku ew bikevin Xezeyê.
Berî peymana agirbestê bikeve meriyetê, Îsraîlê alîkariyên UNRWA, ji bo birçîbûna sivîlên li Xezeyê weke çekekê bi kar danî.
Her wiha gelek sivîl, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve di dema ku li benda alîkariyê bûn dihatin kuştin û birîndarkirin.