Di hefteya 10`emîn a Lîga Yekem a TFFê de, Amedspor li derveyî stadyuma xwe, bi Serik Belediyesporê re lîst . Di encamê de Amedsporê maç bi 2-1 qezenc kir.
Maç li Stadyuma Ûmraniye ya Stenbolê hat lîstin, her du tîman jî nekarîn di nîva yekem a maçê de gol bavêjin.
Amedspor di nîva duyem de di deqeya 57`an de encam kir 1-0.
Her wiha tîma Serikspor jî di deqeya 68`an de bersiv da û encam kir 1-1.
Lê Amedspor di deqeya 87`an de careke din golek anî û encam kir 2-1 û bi ser ket.
Bi vê serkeftinê, tîma Amedê xalên xwe derxist 19`an û di lîgê de derket rêza 4an.