Jinên Rûsî li hember jinên Arjantînî bi ser ketin

Piştî ku werzişvanên Rûs bi al û sirûda xwe vegeriyan pêşbirkan, Tîma avjeniyê ya jinan a Rûsyayê di maça xwe ya yekem de li hember tîma Arjantînî bi skora 33-11 bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Piştî ku derfet ji bo taximên Rûsî hat dayîn ku beşdarî pêşbirkan bi al û sirûda xwe bibin, Tîma avjeniyê ya jinan a Rûsyayê di maça xwe ya yekem de, li hember tîma Arjantînê bi skora 33-11 serkeftinek bi dest xist.

Ev maç di çarçoveya pêşbirkên asta duyemîn a Kûpaya Cîhanê de, ku li Maltayê hate lidarxistin, hat organîzekirin.

 

Rûsya û Almanya tên beramberî hev

 

Îro Tîma neteweyî ya Rûsyayê di maça din a turnuvayê de, bi tîma Almanyayê re rû bi rû dimîne.

Lijneya Rêveber a Federasyona Navneteweyî ya Avjeniyê di 13'ê Nîsanê de biryar da ku destûrê bidin werzişvanên ji Rûsya û Belarûsyayê ku bi al û sirûda xwe ya neteweyî beşdarî pêşbirkan bibin.

Berevajî vê, neh welatên ji Bakurê Ewropayê li dijî vê biryarê derketin û bi fermî îtîraza xwe pêşkêşî Federasyona Avjeniyên Ewropayê kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye