Barcelona nekarî lêvegerekê bike û xatir ji kupayê xwest

Barcelona, tevî serkeftina 3-0 li hember Atletico Madrid jî nekarî derkeve fînalê. Atletîco Madrîd ji ber ku maça ewil bi 4-0 girtibû rexmî ku di vê maçê de têkçû dîsa jî derket fînalê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kelecana Kupaya Kral a Îspanyayê berdewam dike. Şevê din maça rovanşê ya Barcelona Atletîco Madrîd hat lîstin. Rexmî ku Atletîco Madrîd bi 3-0 têkçû dîsa jî ji ber di maça ewil de 4-0 bi serketibû derkete fînalê.

 

Di nîvê yekem ya maçê de Barcelona bi hêzeke xurt destpêkir û bi 2 golan ket pêş.

 

Lîstikvanê Spanî yê ciwan Marc Bernal gola yekemîn di deqeya 29'an de anî û  ji bo lêvegerê hêviya Barcelona zêde kir.

 

Di deqeya 45+5'an de lîstikvanê Berazîlî Rafinha gola duyemîn anî û moralê taximê xwe bilindtir kir.

 

Nîvê yekem bi 2-0 bi serweriya Barcelona re  bi dawî bû.

 

Marc Bernal di deqeya 72'yemîn de cardin derket ser dikê gola 3'yemîn ya taximê xwe anî û taximê xwe nêzîkî lêvegerekê kir.

 

Lê di demên dawî yên lîstikê de Atletico Madrid qela xwe baş parast û skora maçê di 3-0'an de girt.

 

Ji ber ku maça ewil 4-0 bi serkeftina Atletîco Madrîd xilas bûbû ev encam têra vegera Barcelona nekir.

 

Bi vê encamê Barcelona nekarî derkevê fînala Kupaya Kral ya Îspanya.

 

Atletîco Madrîd di fînalê wê bi serkeftiya maça Real Soicedad û Atletîco Bilbao re bilîzê.

 

Lêvegera herî balkêş di dîroka Barcelona de li hemberî PSG bû

 

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku lêvegera herî balkêş di dîroka Barcelona de di sala 2017'an de li hember Paris Saint-Germain di gera 8'an ya Champions League bû.

 

Di maça yekem de Barcelona bi encama 4-0 têk çibû lê di maça duyem de lêvegerek xurt bi encama 6-1 bi dest xistibû û derbasî çaryekfînalê bûbû.

 

Ev bû wekî maçeke dîrokî di dîroka Barcelona.

 

Di maça Kupa Kral ya Îspanyayê de jî heskiriyên Barcelona benda levegerek bi vî rengî bûn.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye