Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 8 ê Adarê tê pîrozkirin

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jin li dijî her cûre tundî, tacîz û mêtingeriyê dengê xwe bilind dikin. Di nav pencên tundî û astengkirina mafên jinan, gelo jin li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çawa Roja Cîhanî ya Jinan pîroz dikin?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 8'ê Adarê re demeke kurt ma. Jin di sala 2026'an de jî bi çalakiyên curbecur bi têkoşîneke mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin û li dijî hişmendiya baviksalarî li ber xwe didin.

 

Her çiqas êrîşên piralî li ser jinan û civakê didomin jî lê belê jin jî li dijî vê yekê rêxistinbûyîn û berxwedana xwe bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" xurtir dikin.

 

Roja Cîhanî ya Jinan wek rojeke watedar tê zanîn û taybet ji aliyê jinên Kurd ve tê pîrozkirin

 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî carek din hêrsa jinan li dijî desthilatê di 8'ê Adarê de derdikeve pêş.

 

 

Li Tirkiyê kuştina jinan

 

 

Li Tirkiyê di hemwextî lidarxistina çalakiyên jinan ên ku daxwaza mafên xwe dikin, jin rûbirûyê tundiya mêr û mekanîzmayên dewletê yên çewisandinê ne.

 

Di nava rojekê de, li Tirkiyê 6 jin hatin qetilkirin.

 

kujerên sê jinên ku hatine kuştin, ji darizandinê hatine dûrxistin.

 

Ev yek asta sîstema tundiya li hemberî jinan nîşan dide.

 

Li Wanê di çarçoveya Zagona Dadgeha Cezayê de serlêdanên sûcên edlî zêde bûye.

 

Lê belê tê diyarkirin ku serlêdan di bin asta tundiya heyî de ne.

 

Navbera 1’ê Çile û 31’ê Kanûna 2025’an li Wanê serlêdanên sûcên li hemberî jinan, hatin teyîtkirin:

 

Birîndarkirina bi zanebûn 281 bûyer, birîndarkirina ne bi zanebûn 113, heqaret 19, tacîza zayendî 35, êrîşa zayendî 9, birîndarkirina sivik 4, hewldana kuştinê ya bi zanebûn 3 û sûcên li hemberî zarokên di bin 18 saliyê de 190 bûyer hatine tomarkirin.

 

Ev dane tenê sûcên edlî/cezayan digire nava xwe.

 

Ji bilî wan, bûyerên hevberdan, nefeqe û daxwazên hiqûqî û dosyayên ku ji aliyê navendên mafên jinan ve hatine lêkolînkirin jî hene.

 

Di du mehên destpêkê yên sala 2026’an de jî, tenê di dema Çile-Sibatê de li hemberî 24 jinan serlêdana sûc a edlî hate teyînkirin.

 

Li aliyê din jî, li Bakurê Kurdistanê jin bi awayekî rasterast di bin zextên siyasî yên dewletê de dijîn. Dewlet bi qanûn, polîs û bi dadgehkirina ne adil hewl dide ku deng û rola jinan di civakê de sînordar û tune bike.

 

Gelek jinên çalakvan, rojnemevan an siyasetmedar di bin navê terorê de têne giritin.

 

Jinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê daxwaza azadiyê kirin

 

 

 

Di heman çarçoveyê de, dengê jinan li hember van kiryaran bilind dibe û li hember wê çalakiyan li dar dixin.

 

Li Amedê gelek çalakî ji bo 8'ê Adarê hatin lidarxistin û bal kêşiya ser girîngiya yekîtiya jinên Kurd.

 

Jinan gotin ku divê jin her dem li kêlek hev bin, xwe birêxistin bikin û xebatên xwe berdewam bikin.

 

Li Stenbolê jî jin û dayikan daxwaza mafê xwe kirin û tekez kirin ku azadiya rast ew e ku Damizrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava wan de be.

 

Her wekî din KJK’ê jî bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da û diyar kir ku berpirsyariyeke mezin a civakî û dîrokî li ser milê wan e.

 

 

Ji jinên girtî re fular û kart hatin şandin

 

 

Di çalakiyan de, bal hat kişandin li ser doza jinên girtî jî.

 

Di çarçoveya çalakiyan de, ji bo hevgirtinê, jinan kart û fular ji jinên girtî re şandin.

 

Her wiha, Îşaret bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat kirin.

 

Di çalakiyên xwe de, jin ne tenê ji bo mafê xwe têdikoşin. Girêdan û parastina jinan a ji jîngehê re jî tê dîtin.

 

Jin her sal soza xwe bi jîngehê re nû dikin û bi sedan dar diçînin.

 

 

8`ê Adarê roja yekîtî û piştgiriyê ye

 

 

Peyamên jinan ên li Bakurê Kurdistanê ji bo 8'ê Adarê ew e ku ev roj ne tenê ji bo jinan weke şahî were dîtin, lê divê roja têkoşîna li dijî her cûre tundî, tacîz û mêtingeriya li ser ked û bedena jinan be.

 

Banga jinan îsal bi pêwîstiya yekîtî û piştgiriyê bilindtir dibe.

 

Tevgera Jinên Azad TJA'yê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan a 2026'an got: "Rojhilata nû tê avakirin. Kurd jî dê êdî bi ziman, nasname û çanda xwe cihê xwe bigirin. Pêşengiya vê jin û gelê me dikin. Azadiya jinan ne tenê dirûşmeyek e lê heqîqetek e."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye