Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji meha Çile ve heta niha 117 jin hatine kuştin, 75 jin jî bi awayekî gûman hatine qetilkirin û 149 jî rastî tundiyê hatine.
Rêxistin û çalakvanên jinan, kuştin û şideta fîzîkî a berdewam li ser jinan weke sûceke li dijî mirovahiyê pênasekirin û diyarkirin ku ev yek ji hêla qanûnî û exlaqî ve nayê pejirandin.
Rêxistinê jinan ê Bakûrê Kurdistanê diyarkirin ku kuştina jinan ne tenê suceke ku bi qanûnê tê cezakirin, wê weke binpêkirineke nirxên mirovî û olî pênasekirin.
Dîsa jinan diayar kir ku divê dewlet li gor peyama SEDAW tedbîrên hişk bigre parastina jinan bike.
Li gorî madeya 3`emîn ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, her mirovek xwediyê mafê jiyan, azadî û ewlehiya kesaneye û ev yek jinan jî di nava xwe de digire.
Danezana Gerdûnî destnîşandike ku kuştin û şîdeta fîzîkî a berdewam li ser jinan sûcek li dijî mirovahiyê ye, ji hêla qanûnî û exlaqî ve nayê qebûlkirin, dive kesên sucdar bê dadgeh kirin.
Herî dawî li gorî danehevên navenda lêkolînê ya Nûçe Tv li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 6 mehan de zêde bûye û daneyên hatine komkirin bi vê rengî ne:
``Di meha Çile de 33 jin, di meha Sibatê de 21, di meha Gulanê de 42 di meha Hezîranê de 22 bi giştî 117 bi awayekî bê gûman hatine kuştin.``
Her wiha disa meha Çile de 32 jin di meha Sibatê de 16 jin û di meha Hezîranê de jî 27 jin bi awayekî bi guman hatine kuştin.
Ezîma Hesin