Îranê 5 sal cezaya girtîgehê li Şebnem Huseynzade birî

Parêzer Reza Şefaxah, da xuyakirin ku dadgeha Şoreşê ya Tehranê 5 sal cezaya girtîgehê li Şebnem Huseynzade, biriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzer Reza Şefaxah, li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 5 sal cezaya girtîgehê li hevjîna girtiyê siyasî Emîr Huseyîn Musevî yê li Girtîgeha Evînê girtîye Şebnem Huseyînzade, biriye.

Şebnem Huseyînzade, bi hevjînê xwe Emîr Huseyîn Musevî re, li Çîtgerê di meha Kanûna 2024’an de dema ku xwestin ji bo gerê biçin Girava Kiş, li balafirgeha Mehabadê ya Tehranê ji aliyê yekîneyên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşa Îslamê ve, hatibûn binçavkirin.

Heta niha jî nayê zanîn ku herdu kes bi çi tawanê têne sûcdarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye