Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)`yê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê ragihand.
TAJÊ'yê, diyar kir ku îsal bi dirûşmeya ‘Bi Rihê 8’ê Adarê Hebûna xwe biparêzin’ wê çalakiyên xwe li dar bixin.
Tevî şerekî dijwar li herêmê rû dide û gefên cidî li ser Şengalê hene, li aliyekî jî jin di bin van şer û gefên êrîşê de xwe ji çalakiyên 8’ê Adarê re amade dikin.
Daxuyaniya TAJÊ'yê ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ'yê Rîham Hesen ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em bi rihê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, 8’ê Adarê di destpêkê de li mîmarê aştî û rêhevalê jinên leheng ên serdema Jin, Jiyan, Azadî li Rêber Apo pîroz dikin.
Dîsa roja jinan a cîhanê li tevahî jinên azadîxwaz û gelên berxwedêr pîroz dikin.
Em bang li tevahî jinan dikin ku bila dakevin qadan û ji bo pêşî li qirkirina jin, civak û xwezayê bê girtin dengê xwe bilind bikin.
Bernemeya TAJÊ ya 8’ê Adarê wiha ye:
“Wê derbarê girîngî û wateya 8’ê Adarê de, semîner werin dayîn.
Bi boneya 8’ê Adarê, wê serdana Hêzên Ewlekariya Hindirîn were kirin.
Her wiha dê şahî werin lidarxistin.”