Leyla Guven: Bendewariya me ji rojnamevanan, hêviya aştiyê bigihînin civakê

Siyasetmedara Kurd Leyla Guven a li girtîgeha Sîncanê girtî ye, nivîsek derbarê pêvajoya aştiyê nivîsî têde zimanê medyayê rexne kir û got: "Dema ku kenalên televizyonan nûçe û bernameyan çêdikin zimanê wan ê ji nûnerên tevgera Kurd re cuda ne û ev jî feraseta wan a newekhev a li hemberî Kurdan nîşan dide."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ji 22’ê Kanûna 2020’an ve di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de girtiye.

Leyla Guven ji ajansa JINNEWS’ê re nivîsek nivîsand têde zimanê medyayê nirxand û kenalên ku li bendê ne pêvajo xirab bibe jî rexne kir.

Guven: Modelên Rêveberiya Demokratîk ji hemû aliyan ve tê xwestin

Leyla Guven di nivîsa xwe  de destnîşan kir ku birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi banga ‘Aştî û Civaka Demorkatîk’ perspektîfa çareseriyê prisgirêkê kurd bi pêş xist û got :

"Gelên cîhanê ji bo jiyana ku bikarin bijîn, modelên rêveberiya demokratîk hem ji bo xwe hem ji bo gelên din dixwazin."

‘Zimanê medyayê hêrsa Kurdan radike’

Leyla Guven da zanîn ku di vê pêvajoyê de kî aştiyê û kî şer dixwaze wê zelal bibe û wiha domand:

"Bi nûçeyên çêdikin, ziman û dîmenên bi kar tînin her roj hêrsa bi milyonan Kurdan radikin."

Guven: Hinek saziyên çapemeniyê li benda xirabûna pêvajoyê ne

Leyla Guven eşkere kir ku  hinek saziyên çapemeniyê bi çar çavan li benda xirabûna pêvajoyê ne, li şûna rola dîrokî bigrin ser xwe rola neyînî dilîzin û wiha lê zêde kir:

"Dema ku kenal nûçe û bernameyan çêdikin  zimanê nûçeyan yê ji nûnerên tevgera Kurd re cudaye û ev jî feraseta wan a newekhev a li hemberî Kurdan nîşan dide."

Guven: hemû aliyên daxwazên Kurdan manîpule kirin xwe bêalî dibînin"

Leyla Guven anî ziman ku hemû rojnameger, çêkerên TV’yan, pêşkêşvanên ku bi salane bêdeng, daxwazên gelê Kurd manîpule kirin, îro xwe bêalî pênase dikin û wiha dibêje:

"Rojnamegerên rast ên demokrat bêguman îro piştevanî û dostaniya xwe dimeşînin û li kolanên Amedê kî berdevkê gelê kurde wê bi zimanekî zana vebêjin."

Guven: Divê jin ji aştiyê re pêşengiyê bikin

Siyasetmedara Kurd Leyla Guven di dawiya nivîsê de ev bang li saziyên çapemeniyê kir: "Bi taybetî  rojnamegerên jin ku ji bo pirsgirêka Kurd  bi rêbazên aştiyane û demokratîk  ji hemû aliyan ve çareser bibe divê jin ji aştiyê re pêşengiyê bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye