Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê bi dijwarî didome.
Serokê rêveberiya leşkerî ya Zaporizhzhya Ivan Fedorov ragihand ku hêzên Rûsyayê duh li herêma Zaporizhzhya ya başûrê Ûkraynayê êrîşeke asmanî pêk anîne.
Di encama êrîşê de kesek hatiye kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.
Servîsa Awarte ya Ûkraynayê piştrast kir ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hîn jî dewam dikin û dibe ku hîna di bin kavilan de, kes hebin.
Rûsyê 170 dronên Ûkraynayê xistin xwarê
Her wiha hate ragihand ku di dema êrîşê de 170 dronên Ûkraynayê hatin xistin.
Putin: Hêzên Ûkraynayê li du bajaran hatine dorpêçkirin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin eşkere kir ku hêzên Rûsî li du bajarên girîng ên rojhilatê Ûkraynayê leşkerên Ûkraynayê dorpêç kirine.
Pûtîn, çû nexweşxaneyê serdana leşkerên birîndar kir. Pûtîn li nexweşxaneyê axifî û got:
"Artêşa Rûsyayê amade ye ku koorîdoran ji bo rojnamevanên Ûkraynayî û Rojavayî veke. Da ku ew bi xwe bibînin ka çi diqewime."
Putin da zanîn ku hêzên Ûkraynayê li bajarê Pokrovsk, herêma Donetskê û li bajarê Kobyanskê ya herêma Xarkîvê hatine dorpêçkirin.
Berdevkê hêzên Ûkraynayê yê ji rojhilatê Ûkrayna Hryhoriy Shapoval, ji Associated Press re got ku rewşa li Pokrovsk dijwar e, lê di bin kontrolê de ye.
Shapoval, berevajî vê hêzên Ûkraynayê gote gotên ku dibêjin bajarê Kobyanskê dorpêç kirîye, gote gotên wan wekî çêkirin û xeyalî bi nav kir.