Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hate îdîakirin ku Serokwezîrê Hûsî hate kuştin

Saziyên çapemeniyê yên muxalîf ên Yemen îdîa kirin ku Serokwezîrê rêveberiya Hûsî Ahmed El-Rahavî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Aden al-Ghad ragihand ku Ahmed El-Rahavî dema li başûrê Sanayê bû, di êrîşa Îsraîlê de bû armanc û hat kuştin.

Her wiha artêşa Îsraîlê jî tekez kir ku li Sanayê 'Li navendeke leşkerî ya rejîma Hûsî' xistine.

Hate eşkere kirin ku operasyon bi erêkirina Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir û fermandarên payebilind bi koordîneya Serokwezîr Benyamin Netanyahu hatiye kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di armanca êrîşê de civîneke payebilind hebû ku wezîrên Hûsî û lîderên leşkerî tevlî bûn.

Îsraîlê îdîa kir ku Wezîrê Parastinê yê Hûsî û gelek kseayetên payebilind dibe ku hatibin kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24