Gundê Darul Jama, nêzîkî sînorê di navbera Nîjerya û Kamerûnê de, rastî êrîşeke çekdarî hat, herî kêm 63 kes, di nav wan de leşker jî hebûn, hatin kuştin.
Çavkaniyan da zanîn ku di nav kuştiyan de, 6 leşker û fermandarekî milîsên herêmî yên alîgirê hikûmetê jî hebûn.
Li gorî vegotinên niştecihan, bi dehan êrîşkar bi motorsîkletan gihiştin wir û dest bi gulebaran û şewitandina malan kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin ku êrîş ji hêla rêberê navdar ê Boko Haram, Alî Ngoldi ve hatiye birêvebirin.
Boko Haram, ji komeke çekdarên tundrew ên cîhadîst pêk tê, ku xwe wek beşekî ji DAIŞ`ê didin naskirin.