Aloziya DYA û Îranê: Trump Tengava Hurmizê wekî "Axeke Amerîkî" bi nav kir; Îranê Ew bi "Şerê Aborî" sûcdar kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew Tengava Hurmizê wekî "axeke Amerîkî" dibîne û her ku diçe fişarên aborî li ser Tehranê girantir dike ji ber ku "aliyê rast ê danûstandinê" li Îranê nabîne. Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Îranê ev cezayên nû yên aborî wekî "şerekî aborî" û binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navdewletî pênase kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziya di navbera Washington û Tehranê de gihştiye qonaxeke nû û xeternak. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Donald Trump, di daxuyaniyên xwe yên herî dawî de destnîşan kir ku tu danûstandinên fermî yan plankirî ligel Îranê di rojevê de nînin, ji ber ku berpirsên Îranê hîn ne amade ne ku "peymana rast" îmze bikin. Trump bi tûndî bal kişand ser rewşa stratejîk a herêmê û got:

 "Ez niha Tengava Hurmizê wekî axeke Amerîkî dibînim... Me dorpêçek daniye û tu keştî bê destûra me tê re derbas nabin." Ev yek piştî wê yekê hat ku wî li ser torên civakî wêneyê nexşeya herêmê belav kir ku tê de tengav wekî "Axa Nû ya DYE" hatibû nîşankirin.

Ji aliyê xwe ve, Berpêrsê Ragihandinê yê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Îsmaîl Baqayî, bersiv da daxuyaniyên Trump û hişyariyên wî yên aborî. Baqayî diyar kir ku ev biryarên hişk yên Washingtonê ne tenê li dijî Îranê ne, lê belê "ragihandina şer e" li ser serweriya hemû neteweyan û binpêkirineke rasterast a hiqûq û peymanên navdewletî ye. Baqayî got ku îdîayên Trump ên derbarê kontrolkirina herêmê de tenê "xeyal" in.

Ev rûbirûbûna dijwar di demekê de tê ku dabeşbûneke mezin di peywendiyan de çêbûye. Şêwirmendên Trump amadekariya ragihandina mezintirîn û girantirîn operasyona aborî dikin, ku wekî 'Economic D-Day' tê binavkirin, da ku li dijî aboriya Îranê û her welatekî ku hevkariya wê dike, bi kar bînin. Di vê navberê de, hewldanên navbeynkariyê yên welatên wekî Omanê ji bo birêvebirina ewlehiya geştûguzara deryayî di navbera herdû aliyan de di bin metarsiyeke mezin de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye