Di êrişên Rûsyayê ya li ser Ûkraniya de 7 kes hatin kuştin

Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de bi awayeke dijwar didome. Hate eşkerekirin ku di sê salên dawî de mîlyonek 151 hezar 70 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin. Li gor îdayên Ûkraynayê di 24 satên dawî de jî 970 leşerên rûsî hatine kuştin. Ji aliyeke din Sekreterê Nato Stoltenberg daxwaza Zeleneskiy ya qedekekirina qada hewayî ya Ûkraynayê li hemberî balafên Rûsyayê bi hinceta naxwazin bikevin şer red kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Rusya û Ûkraniya rojane aloztir dibe. Di heman demê de hejmara kuştî û birîndaran ya herdu aliyan bilindtir dibe.

Rayedarên Ûkrayanyê ragihandin ku hêzên Rûsyayê şeva borî bi dronan li santralên enerjiyê yên Khmelnytskyi (XMELNYTSKYI) û Rivne xistin û 7 kes hatin kuştin gelek avahiyên sivîlan jî, zirar dîtine.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha diyar kir ku êriş ne ketober bûn, lê bi plan hatine pêkanîn.

Li Ûkraniya ji ber binpêkirinên qanûnên leşkerî fermandarek hat girtin

Hate ragihandin ku di kombûneke merasîmê ku bi serkêşiya fermandarê artêşê Ûkraniya pêk hatibû, di wê demê de hêzên Rûsyayê bi êrîşên hawayî hedef girt.

Dadgehek li bajarê pîşesaziyê yê Dniproyê fermana girtina wî fermandarê Ûkranî da.

Ji ber ku fermandar derveyî qanûna leşkerî tevgeriyaye û nêzîkî 100 leşkerî  ji bo merasîmekî kom kiriye.

Leşkerên Ukraynî ji xarkîvê direvin

Karbidestên ewlehiyê yên Rûsyayê ji ajansa TASS re gotin ku di çend demjimêrên borî de li herêma Xarkîvê heşt leşkerên Ûkraynî teslîm bûn.

Berovajî wê, Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ûkraniya li ser rûpela xwe ya Facebookê encama şer a ji 24ê Sibata 2022an heta 9ê mijdara 2025 eşeker kir.

Li gor wê:

Hejmara qurbaniyên Rûsyayê di 3 salan de gihîştiye mîlyonek 151 hezar û 70 kesî.

Di nav de 970 kes di 24 demjimêrên borî de hatine kuştin an birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Ukranaya yê 11,335 tank, 23,545 wesayîtên şer ên zirxî, 34,340 pergalên topan, 1,538 pergalên roketên duravêj 1,239 pergalên parastina hewayî ji holê rakirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 428 balafirên şer, 347 helîkopter, 79 hezar û 368 drone, 3 hezar û 926 fuzeyên krûz, 28 keştîyên şer, binavîyek, 66 hezar û 880 wesayît û tankên sotemeniyê û 3 hezar û 993 yekîneyên alavên taybet jî hatine îmhakirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew amade ye bi hevkarê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re bicive, lê divê berjewendiyên Moskowê werin berçavbigirin da ku aştî li Ukraynayê pêk were.

Stoltenberg hûrgiliyên daxwaza redkirî ya Zelensky eşkere kir

Ji aliyeke din Sekreterê Natoyê Jens Stoltenberg diyar kir ku ji bo ew bi Rûsyayê re nekevin şerekî yekser nikarin daxwaza Ûkraynayê ku dibêje qada hewayî ya bajarê wan ji balafirên Rûsyayê re bigrin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye